DAIŞê qebûl kir ku MÎTê xelîfeyê wan kuştiye!

DAIŞê ragihand ku xelîfeyê wan Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî nîsana bihurî li Îdlîbê ji aliyê MÎTê ve hatiye kuştin.

04.08.2023, Cum - 07:01

DAIŞê qebûl kir ku MÎTê xelîfeyê wan kuştiye!
Nuçe Belav bike

DAIŞê bi qeydeke dengî daxuyaniyek belav kir û tê de qebûl kir ku xelîfeyê wan Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî, meha nîsanê ji aliyê Istîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) ve li parêzgeha Îdlîbê ya Sûriyeyê hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê DAIŞê de herwiha hate ragihandin ku Berdevkê DAIŞê Ebu Omer el-Muhacir jî di heman operasyonê de hatiye girtin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan meha gulanê dabû zanîn ku wan 29ê Nîsanê xelîfeyê DAIŞê Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî kuştiye.

Piştî ku xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebu Hesen el-Haşimî el Qureşî 30ê Çiriya Paşîn a 2022an hatibû kuştin, Ebu Hiseyn el-Hiseynî Qureşî cihê wî girtibû.

Serokê DAIŞê Ebubekîr el-Bexdadî 10ê Adara 2022yan li Îdlîbê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Piştî Ebubekîr el-Bexdadî, Ebu Hesen el-Haşimî el Qureşî bûbû serokê DAIŞê û ew jî 30ê Çiriya Paşîn a 2022an li parêzgeha Deraayê ya Sûriyeyê hatibû kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 889 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x