Dema Rêveberiya Xweser xwendin bi Kurdî bû, niha li Efrînê Kurdî maye saetek

Berî dagîrkirina herêma Efrînê, wate di serdema Rêveberiya Xweser de, tevahiya xwendinê li wê herêma Rojavayê Kurdistanê, bi zimanê Kurdî bû.

11.12.2023, Pts - 13:04

Dema Rêveberiya Xweser xwendin bi Kurdî bû, niha li Efrînê Kurdî maye saetek
Nuçe Belav bike

Berî dagîrkirina herêma Efrînê, wate di serdema Rêveberiya Xweser de, tevahiya xwendinê li wê herêma Rojavayê Kurdistanê, bi zimanê Kurdî bû.

Lê niha, xwendina bi zimanê Kurdî bûye bijarde û di hefteyê de ji demjimêrekê heta 3 demjimêran dersa zimanê Kurdî heye.

Xwendekarên Kurd tên tirsandin

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çend mamosteyên Efrînê wergirtine, li piraniya dibistanan xwendekarên Kurd tên tirsandin.

Ji xwendekarên Kurd re tê gotin, "Eger hûn zimanê Kurdî hilbijêrin dê hûn wekî cudaxwaz û piştgirên Rêveberiya Xweser bên tohmetbarkirin."

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Azad Osman ku bi xwe jî li Efrînê ye, ji ajansa Rûdawê behsa rewşa xwendinê ya li wê herêmê kir.

Li Efrînê 250 dibistan hene

Endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Aazad Osman got:

“Îsal li Efrînê250 dibistanan deriyên xwe ji bo xwendinê vekirin. Hejmara zarokên xwendekar, nêzîkî 50 hezar ye.

Lê îsal 2 zehmetî li pêşiya me hene, zehmetiya yekem, zarok li odeya polê gelek in, hin caran hejmara zarokên polên yekem û duyem, di polekê de 50 kesî derbas dike, hin caran jî 55 heta 60 zarokî ne.

Ev yek jî dibe sedema ku têgihiştina zarokan kêmtir bibe û nahêle mamoste bi rehetî karibe dersan bide fêhmkirin.

Ya duyem jî ji ber kêmbûna mûçeyan mamoste ne rehet in ango em ji mamosteyan dixwazin 50-60 zarokî bidin xwendin lê mûçeya wan kêm e û pêdiviyên mala wan zêde ne.

Ev yek jî hinekî zilm e ji mamosteyan re.”

"Rêbaza xwendinê heman rêbaza rejîmê ye"

Azad Osman, ji ajansa Rûdawê re behsa materyal û rêbazên xwendinê jî kir û nîşanê bi wê yekê da ku xwendina bi zimanê Kurdî jî di nav materyalê xwendinê de cih digire.

Aazad Osman got, “Rêbaza xwendinê ya ku tê xwendin, heman ew rêbaza rejîmê ye lê hinek guherîn di materyalan de hene.

Hin ji wan zêde dibin, hinek jî kêm dibin lê ew û rêbaza xwendinê ya hikûmetê gelekî nêzîkî hev in.

Yê din ku ji me re girîng e û divê ji bo peydakirina pêdiviyan piştgiriyek hebe ji dibistanan re.

Zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngilîzî ev çar ziman tên xwendin. Êdî hinek zehmetî ji zarokan re peyda dibin.

Ji pola yekem heta pola şeşem, di heftiyê de 3 waneyên Kurdî hene. Di qonaxa amadeyî de, 2 wane ne. Piştre di qonaxa lîseyê de dibe waneyek.”

Di dema Rêveberiya Xweser de xwendin bi Kurdî bû

Berî dagîrkirina Efrînê, Zanîngeha Efrînê jî di nav de tevahiya xwendinê û ezmûnan bi Kurdî bûn.

Lê niha xwendina bi zimanê Kurdî bûye bijarde.

Herwiha bi behaneya ku hejmara xwendekarên zimanê Kurdî kêm e, di ezmûnên polên 9 û 12an de, zimanê Kurdî nakeve nav programê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 361 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:36:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x