Di êrîşekê de 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan

Di êrîşeke çekdarên DAIŞê de li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) canê xwe ji dest dan.

15.11.2022, Sal - 10:10

Di êrîşekê de 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, çekdarên DAIŞê duh Duşembê 14ê Mijdarê li gundê el-Tigêhî ya ser bi bajarokê Buseyre ve li 35 kîlometriya rojhilatê Dêrezorê, êrîşî otomobîleke leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine.

DAIŞê bi rêya ajansa xwe Amaq berpirsyariya êrîşê li xwe girtiye û ragihandiye, di encama êrîşê de 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane ku yek ji wan fermandar bûye.

Berî du rojan jî li bajarokê Dîban li rojhilatê Dêrezorê, çekdarên DAIŞê êrîşî karwaneke HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî kiribûn.

Li gor heman çavkaniyan, ji destpêka 2022ê ve çekdarên DAIŞê li navçeyên Rêveberiya Xweser 163 êrîş li dijî otomobîl û şervanên HSDê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:38:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x