Li gor jêderên xwecihî, îro danê droneke artêşa Tirkiyê nêzîkî goristana taxa Meyselon a rojhilatê Qamişlo bomberan kir.
Li gor zanyariyan, di encama bombebaranê de zirarên madî gihîştine hin avahî û otomobîlan.
Tê payîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) daxuyaniyekê li ser êrişê bide.
