Efrin: Çekdaran li ser cotkarên gundê Kaxrê bac ferz kir

Çekdarên grûpa bi navê Sultan Silêman Şah ku wekî Emşatê jî tê naskirin li ser cotkarên gundê Kaxrê yê nahiya Mabatayê ya Efrînê bac ferz kir.

03.11.2023, Cum - 07:11

Efrin: Çekdaran li ser cotkarên gundê Kaxrê bac ferz kir
Nuçe Belav bike

Mafnasê ji Efrînê Îbrahîm Şêxo ku li navçeya Şehba dijî, ji Rûdawê re got, çekdarên Sultan Silêman Şah bac li ser xelkên gundê Kaxrê yê nahiya Mabata sepandiye.

Tevî ku xelkên gund, di derbarê vê yekê gilî li cem Polîsên Leşkerî kiriye lê Polîsên Leşkerî giliyê wan red kiriye û tomar nekiriye.

Polîsên Leşkerî bi ser redkirinê de jî ew tehdîd kirine û gotine eger ew giliyê xwe berdewam bikin dê wan bigirin û dest deynin ser mal û milk wan.

Hat zanîn ku 7 hezar dolar bi ser welatiyê bi navê Miehemd Weqas de hatiye sepandin.

Çekdaran herwiha li ser welatiyê bi navê Hisên Îso 6 hezar û bi ser Mihemed Îso jî 5 hezar dolar ferz kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x