Efrîn: Polîsên leşkerî 2 welatiyên Kurd girtin

Li navçeyên Raco û Cindirêsê yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve 2 welatiyên Kurd girtin.

01.03.2024, Cum - 05:52

Efrîn: Polîsên leşkerî 2 welatiyên Kurd girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) polîsên leşkerî li gundê Bilîlkayê yê navçeya Racoya Efrînê welatiyekî Kurd bi hinceta ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye girt.

Herwiha li bajarokê Cindirêsê jî polîsên leşkerî welatiyekî Kurd bi hinceta leşkeriya Rêveberiya Xweser girt.

Heta niha çarenivîsa her du welatiyên Kurd ne diyar e.

Li gorî heman çavkaniyê, 18ê Sibata borî jî, grûpa Ehrar el-Şerqiye û polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve 2 welatiyên Kurd li Cindirêsê û gundê Xilnîrê yê Efrînê girtibûn.

Ji bo berdana welatiyên Kurd ji malbatên wan fîdye dixwazin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:41:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x