Egera êrîşa rejîma Sûriyê ya ser Qamişlo û Hesekê heye!

Rejîma Sûriyê dixwaze komployekê li dijî PYDê (Partiya Yekitiya Demokratîk) ku baskê PKKê yê rojavayê Kurdistanê ye bike û dixwaze dest dayne ser du bajarên rojavayê Kurdistanê.

01.11.2018, Per - 08:35

Egera êrîşa rejîma Sûriyê ya ser Qamişlo û Hesekê heye!
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke taybet li rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand, rejîma Sûriyê du heftiye gelek yekîneyên leşkerî û çekên giran gehandine balefirgeha Qamişlo.

Li gor heman çavkaniyê rejîma Sûriyê li benda êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser PYDê ya li rojhilatê Firatê ye, ku di heman demê de li gel wê êrîşa Tirkiyê, rejîma Esad jî êrîş bike ser du bajarên Hesekê û Qamişloyê û bi temamî bixe bin kontrola xwe û dagir bike.

Çend heftiyeke artêşa Tirkiyê gefa dagirkirina Kobanê dike û berdewam binke û baregehên PYDê ji bakurê Kurdistanê ve topbaran dike.

Li gor heman çavkaniya ku agahdare rewşa siyasî ya rojavayê Kurdistanê, heta naha helwêstê Amerîkayê yê derbarê hewldana dagirkeriya Tirkiyê û wê komloya rejîma Sûriyê de ne zelal e û ev yek jî bûye sedem ku derûniya hemwelatiyên wî beşê Kurdistanê ji vê yekê bi nerênî bandor bibe.

Zêdetirî 7 sale bajarên Hesekê û Qamişlo ji aliyê PYDê û rejîma Sûriyê ve tê birêve birin û saziyên îdarî, ewlehî û leşkerî yên rejîma Sûriyê di beşek wan her du bajaran de karê xwe bi asayî dikin.

Piştî vekêşîna hêzên ser bi rejîma Sûriyê li rojavayê Kurdistanê, PYDê bi rêya YPGê ku baskê leşkeri yê PKKê yê rojavayê Kurdistanê ye, dest li ser wî beşê Kurdistanê de girt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 797 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:30:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x