Encûmena Leşkerî ya Minbicê: 5 çekdar hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di şerê li gundê Ereb Hesenê de 5 endamên grûpên çekdar hatin kuştin û 11 çekdar jî birîndar bûn.

08.09.2023, Cum - 07:22

Encûmena Leşkerî ya Minbicê: 5 çekdar hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihadina Encûmena Leşkerî ya Minbicê di derbarê rewşa dawî ya navçeyê û êrîşa grûpên çekdar de daxuyaniyek belav kir.

Çekdar bi navê hawarçûna eşîretan ji tevahiya navçeyên di bin destê Tirkiye, opozisyona Sûriye û Desteya Tehrîr el-Şamê de ji çend rojan ve amadehiya êriş û şer dikin.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Îro çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam û çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Ereb Hesenê êrişî me kirin.

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê êrIşa Tehrîr El-Şamê têkşikand.”

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji navçeyê wergirtine, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam, Ensar el-Tewhîd, Emşat, Hemzat û Ehrar el-Şamê di bin perdeya navên eşîretan û hawarçûna êşîretên Dêrezorê de li navçeyê tên komkirin.

“Çekdaran gelek çek û teqemenî li dû xwe hiştin”

Encûmena Leşkerî ya Minbicê herwiha got:

“Di şerê li gundê Ereb Hesenê de 5 çekdar hatin kuştin û 11 çekdar jî birîndar bûn.

Çekdaran gelek çek û teqemenî li dû xwe hiştin.”

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê topbaran û balafirên şer ên Rûsyayê jî bombebaranên li ser pêgehên Tehrîr el-Şam û Ensar el-Tewhîdê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê zêde kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x