Erdogan li ser operasyona li dijî Rojava: Em derbasî qonaxeke nû dibin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa operasyoneke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê kir.

02.06.2022, Per - 06:17

Erdogan li ser operasyona li dijî Rojava: Em derbasî qonaxeke nû dibin
Nuçe Belav bike

Recep Tayyip Erdogan 1ê Hezîranê di civîna koma partiya xwe de ragihand: “Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em ê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin. Piştre jî em ê qonax bi qonax li deverên din jî heman tiştî bikin.”

Erdogan li ser serlêdana Swêd û Fînlandayê ya ji bo endambûna NATOyê jî axivî û got: “Me derbarê endambûna herdu welatan bo NATOyê de, ji ber piştevaniya wan a ji bo rêxistina terorê ya PKKê û saziyên girêdayî wê, bi awayekî eşkere û bilez ragihand ku em li dijî endambûna wan in.”

Serokomarê Tirkiyê got: “NATO rêxistineke ewlehiyê ye, NATO ne rêxistineke alîkariya bo terorîstan e.”

Herwiha diyar kir: “Li Swêd, Fînlanda, Almanya, Fransa û Holanda, polîs wan diparêze. Ew jî bi posterên serokê rêxistina terorîstî xwepêşandana xwe dikin. Li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê konan vedidin û pere kom dikin. Tevî hemû van tiştan em çawa divê bibêjin kerem bikin werin bibin endam.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x