Fermandarê operasyonên hevbeş di Hevpeymanîya Navdewletî de li gel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) mjara girtîyên Daişê gotûbêj kir.
Fermandarê operasyonên hevbeş di Hevpeymanîya Navdewletî de li Djî Daişê Êrîk Hêl di gel fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdê civîya .
Di wê civînê de herdû alîyan behsa çalakîyên Daişê yên vê dawîyê li rojhlatê Firatê kirin, herweha behsa çarenvîsa dîlên Daişê yên di destên HSDyê de kirin.
Di vê dema dawîyê de tevgera çekdarên Daişê ya êrîşkirnê li Dêrezor, Reqa û Hesekê zêde bûye û çend caran şervanên HSDyê li wan navçeyan kiribûne armanc.