Hevpeymaniya Navneteweyî li Kêlgeha Konîkoyê 6 dron anîn xwarê

Sîstema Berevaniya Asmanî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê li kêlgeha gazê ya Konîkoyê ya li rojhilatê Dêrezorê, şeş dron anîn xwarê.

11.02.2024, Paz - 18:03

Hevpeymaniya Navneteweyî li Kêlgeha Konîkoyê 6 dron anîn xwarê
Nuçe Belav bike

Li gorî berpirsekî ewlehiyê yê ku ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re axiviye, armanca wan dronan baregeha leşkerî ya hêzên hevpeymaniyê ya li nav kêlgehê bûye.

Hefteya borî piştî ku şeş şervanên HSDyê di êrişeke dronî de canê xwe ji dest dabû, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku divê Amerîka sîstema berevaniyê zêdetir bişîne baregehên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve, wate ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezeyê grûpên çekdar ên alîgirê Îranê li herêmê êrişên xwe yên li ser berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê zêde kirine

Li gorî Pentagonê ji wê demê ve, li Îraq û Sûriyeyê zêdetirî 170 caran êrişî baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî hatine kirin.

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê, navçeyên din ên di bin desthilata HSDyê û Baregeha Tenefê ya li Sûriyeyê hene.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê di Îlona 2014an de di şerê dijî DAIŞê de dest bi alîkariya şervanên Kurd kir û heta niha jî ew hevbeşî didome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x