Hewas Egîd: Pêwîstiya pirsa Kurd bi îradeyeke navdewletî heye

Hevrêzkarê Ofîsa Derve û Dîplomasî yê Eniya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê û pirsa Kurd diyar kir, pêwîstî bi îradeyeke navdewletî heye.

11.11.2022, Cum - 07:00

Hewas Egîd: Pêwîstiya pirsa Kurd bi îradeyeke navdewletî heye
Nuçe Belav bike

Hewas Egîd ji bajarê Lubeck yê Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Egîd diyar kir ku demeke dirêj e projeya çavdêriya danûstandinên Kurdî-Kurdî heye û got: “Bêguman hinek qonaxên wê danûstandinê pêşveçûn tê de çêbûn û gavên baş hatin avêtin, lê belê ev demeke dirêj e ku ew danûstandin di partîkê de hatiye sekinandin.”

Herwiha destnîşan kir: “Cidiyeta Amerîkayê di mijara van danûstandinan de cidiyetek li cem wan heye, ew cidiyeta li cem wan heye, pêwîstiya wê bi hinekê roleke aktîv di pêşveçûna van danûstandinan de heye.”

Hewas Egîd destnîşan kir ku rewşa danûstandina siyasî û çareserkirina siyasî li nav Sûriyê rawestiyaye û pêwîstî bi îradeyeke navdewletî heye, da ku çareserkirina siyasî pêşve biçe.

Egîd li ser pirsa Kurd a li Rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Divê em lêvegerekî ji xwe re çêkin, gelo berjewendiyên me li ku ne, heke em dixwazin pêşveçûna çareserkirina siyasî biçe pêş, çima em ne alîkar in ku nerîn bibin yek, da ku çareseriya siyasî biçe pêş û li vê deverê aramî peyda bibe.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:23:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x