Hîwa Osman: General Mezlûm ji her kesê zêdetir dixwaze rêkeftinek hebe

Tirkiyê li ser Rojava û tekez dike, “Metirsiya êrişeke din a Tirkiyê heye û hewl dide rêyeke din çê bike û deverên Rimêlan û Qamişlo ji hev qut bike li nêzikî devera Tirbespî û ji wê deverê bê heta Til Koçer.”

07.07.2020, Sal - 06:29

Hîwa Osman: General Mezlûm ji her kesê zêdetir dixwaze rêkeftinek hebe
Nuçe Belav bike

Şîrovekar û medyakarê Kurd Hîwa Osman dibêje, aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hest bi wê kirine ku ku divê rêkeftineke din hebe û pêwîstî bi rêkxistina nav mala Kurdî heye û tekez dike, “General Mezlûm ji hemûyan zêdetir dixwaze ew rêkeftin hebe, ji ber ku dibîne ku bi yek alî nikarin Rojava birêve bibin.”

Hîwa Mehmûd Osman ku serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel berpirsên siyasî û serbazî yên Rojava civiya, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa çavdêriyên xwe û rewşa Rojavayê Kurdistanê kir.

Hîwa Mehmûd Osman dibêje, li Rojavayê Kurdistanê rewş heta radeyekê nediyar e û amaje bi wan hêzên biyanî yên li Rojava dike ku yek ji wan Tirkiye ye û tekez dike, Tirkiye dixwaze “bi hemû şêweyekê wê herêma Kurdistanê ya li wê deverê jinav bibe û her roj ji hincetekê digere ku bê wê deverê jinav bibe.”

Ew rojnamevan û şîrovekarê Kurd dibêje, “Rejîma Esed gelek bi wê xweş nîne bi wê rewşa heye ku Kurd xwe bi rêve dibin” û derbarê helwesta Ameîrkaya di bin serokatiya Donald Trump de jî dibêje, “bo wan xiraptirîn Erdogan baştir e ji baştirîn Kurd”.

Hîwa Mehmûd Osman derbarê hevdîtina xwe ya li gel Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û herwiha biryardana li Rojava dibêje, “Ew a diyar, ne tenê General Mezlûm Kobanî, xelkê din jî behsa wê dikin ku biryara Rojava divê di destê Rojava de be. Hemû dibêjin, eger hat û Rojava biryareke serbixwe hebe, ew prose gelek hêsan nabe bi rastî. Lêbelê weke prose ji hêdî hêdî.. divê aliyên Kurdî yên din jî ku destwerdaneke wan hebûye di rewşa Rojava de, divê ew têgihiştin hebe û wê serbixwebûna biryardanê bidin hem bi HSDê û hem bi hêzên siyasî û îdareya giştî ku destwerdana wan di karûbaran de nebe û bikarin weke pêkhateyek li wê navçeyê danûstandinê li gel cîranan û li gel aliyên navnetewî bikin.”

Ew şîrovekarê Kurd amaje bi wê dike, “Amerîka, Tirkiye û aliyên din hebûna hêz an jî kesên biyanî yên xeyrî Sûrî li wê deverê kirine hincet bo êrişkirin û gemarokirina wê deverê. Ji ber ku li Rojava hestek heye bi wê û girîng e divê aliyên Kurdistanî yên din jî ev têgihiştin hebe û biryarên Rojava bixe destê Rojava.”

Hîwa Mehmûd Osman tekez dike, Tirkiye her dema bikare dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike lê tişta ku Tirkiye rawestandiye, hêzên navdewletî ne û dibêje, “bi destê Tirkiyê be, ew li dijî hemû tiştekî Kurdî ye li navçeyê. Çend caran gotine ku ew ‘rê nadin tiştek weke ya li bakurê Iraqê li bakurê Sûriyê jî çê bibe’. Bi hemû şiyaneke xwe hewl dide ku rêveberiyeke Kurdî li vê navçeyê nehêle û her carê li hincetekê digere. Tirkiye her derfetek bi dest bikeve dê rewşa li Rojava ji nav bibe.”

Derbarê hebûna hejmareke zêde ya hêzan li Rojavayê Kurdistanê û nêrîna xelkê li hember wan hêzan, Hîwa Mehmûd Osman dibêje, xelkê Rojavayê Kurdistanê ji dahatûyê û hebûna hemû wan hêzan nîgeran e, “bi taybetî ti biryareke siyasî bo hebûna wan hêzan nîne. Li Herêma Kurdistanê me biryara 688 hebû navçeya dije firîn hebû, li Rojavayê Kurdistanê tiştek wiha nîne, her tenê ew hene û General Mezlûm heye.”

Derbarê îddîayên ku tê gotin ‘ji HSDê hatiye xwestin 3,000 şervanên ne Sûrî ne ji nav hêzên xwe der bike’, ew rojnamevanê Kurd dibêje, ew di wê baweriyê de nîne ku tiştek bi vî rengî hebe û diyar dike, “Rast e Amerîkayê vê dawiyê hewl daye bi rêya Robak û li gel general Mezlûm Kobanî navbera PYD û ENKSê baş bike, dibe ku Amerîka wan tiştan jî bêje, lê ev zanyariyên Tirkan e ku armanca wan a sereke têkdana rewşa Rojava ye.”

Hîwa Mehmûd Osman derbarê danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û destpêkirina qonaxa duyem a danûstandinan û herwiha cidîyeta Amerîka di vê proseyê de, dibêje, “Cidîyeta Amerîkayê bi ya min girîng nîne, ji ber ku twîteke Trump her karî têk dide. Lê li aliyê din herdu aliyên Kurdî jî hest bi wê kirine ku divê rêkeftineke din hebe, pêwîstî bi rêkxistina nav mala Kurdî heye. Tişta ku min dît, General Mezlûm ji hemûyan zêdetir dixwaze ew rêkeftin, ji ber ku dibîne ku bi yek alî û bi yek îdeolojiyê nikarin Rojava birêve bibin.”

Ew şîrevekar û rojnamevanê Kurd bale dikişîne ser metirsî û gefên Tirkiyê li ser Rojava û tekez dike, “Metirsiya êrişeke din a Tirkiyê heye û hewl dide rêyeke din çê bike û deverên Rimêlan û Qamişlo ji hev qut bike li nêzikî devera Tirbespî û ji wê deverê bê heta Til Koçer.”

Hîwa Mehmûd Osman li ser armanca wê hewldana Tirkiyê jî tekez dike, “Armanca sereke ji wê jî dorpêçkirina Herêma Kurdistanê ye û nehiştina bazirganiya bi rêya Îbrahîm Xelîl tê kirin ku wê bi rêya xaka Sûriyê bibe û li dijî herdu herêman; li dijî Herêma Kurdistanê û Rojava ye. Eger ev biçe serî metirsiyeke gelek mezin çê dibe, hem bo Herêma Kurdistanê û hem jî bo Kurdistana Sûriyê.”

Derbarê rewşa aborî de jî Hîwa Mehmûd Osman dibêje, ““Rewşa aborî gelek xerab e lê moralê xelkê bilind e, ew hest tê dîtin. Yasaya Qeyser rewşa Rojava jî têk daye. Ji bilî kiştûkaliyê dahateke din a xelkê nîne. Ew jî ne rejîm dikare wan bikire ji ber yasaya Qeyser û ne jî Rêveberiya Xweser derfet heye ku berheman bi nirxekî guncaw jê bikire. Ji ber wê yekê rewşa aborî ber bi xerabtirbûnê ve diçe. Ev jî dibe ezmûneke girîng bo ciddîbûna Amerîkayê, eger bixwazin dikarin Rojava ji yasaya Qeyser cuda bikin û rewşeke taybet a aboriyê bo pêk bîne. Lê heta niha tiştek diyar nîne.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 638 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:46:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x