HSD bo Amerîkayê: Eger hun nikarin me biparêzin em bangî firokeyên Rûsya û Sûriyê bikin

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji berpirsekî bilind ê Amerîkayê re gotiye, eger nikarin wan biparêzin, dest ji wan berdin ku rêkeftinê ligel Rûsya û Sûriyê de bikin. Daku ew nehêlin balafriên Tirkiye bordûmanan bikin.

13.10.2019, Paz - 09:31

HSD bo Amerîkayê: Eger hun nikarin me biparêzin em bangî firokeyên Rûsya û Sûriyê bikin
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di civîna roja Pêncşemê ya ligel Cîgirê Nûnerê Taybet ê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, gazin ji Amerîkayê kirine, ku di demeke gelekî dijwar de ew bicîh hiştine.

Mazlûm Kobanî di civînê de gotiye: “Ne hun xelkê diparêzin û ne dixwazin hêzeke din were wan biparêze.”

Ew berpirsê HSDê daxwazê ji Amerîkayê dike ku êrîşa Tirkiyê rawestîne yan jî rê bide ew rêkeftinekê ligel hikûmeta Sûriye û Rûsyayê bikin û navçeya dije-firîn bê avakirin daku firokeyên şer ên Tirkiyê nikaribin bi kêfa xwe pêgehan wan bikin armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 716 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x