HSDê bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek pêkanî

Li gundê el-Hicne li bakurê Dêre Zorê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştîvaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî zilamek û kurê wî girtin û ew birin cihekî ne diyar.

03.11.2022, Per - 05:25

HSDê bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek pêkanî
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 2ê Mijdarê li gundê el-Hicne li bakurê Dêre Zorê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê bi piştîvaniya helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî gund dorpêç kirin û bang zilamekî bi navê Ebdawî kirin, lê piştre zilamek û kurrê wî girtin û ew birin cihekî ne diyar.

Hevdem li gundê el-Hisan li rojavayê Dêre Zorê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê melayekî mizgeftê li nav mala wî girtin, ku ew bi xwe ser bi Ewqafa Rêveberiya Xweser ve ye.

5ê Cotmeha borî jî, li gundê Milûk Seray li başûrê Qamişlo, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî serkirdeyekî DAIŞê girtibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x