Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ”Du balafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê hatin xwarê û 9 şervanên me şehîd bûn.”
Dije Terora Kurdistanê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an ragihand ku li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek kete xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 zilam û 3 jin in, lê nayê zanîn helîkopter a kê ye. Her wiha Parêzgarê Duhokê jî diyar kiribû ku du helîkopter bûne lê yek ji wan ketiye xwarê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî îro Înê 17ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, di “du helîkopterên” ku ketine de 9 endamên Yekîneyên Antîterorê canê xwe ji dest dane.
HSD di daxuyaniya xwe de got, “Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, du balafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê hatin xwarê û 9 şervanên me bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê şehîd bûn.”
HSDê her wiha li ser armanca wan a li deverê got, “Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAIŞê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror (YAT) ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
HSDê di daxuyaniyê de bang li rayedarên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir û got, “Ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.”
Daxuyaniya parêzgarê Duhokê
Parêzgarê Duhokê Elî Teter ragihandibû ku li kêleka wê helîkoptera ku şeva borî li nêzîkî gundê Berkiyat a Duhokê ketibû, helîkoptereke din jî hebû.
Teter amaje bi wê yekê jî kiribû ku kesên di helîkoptera ketî de canê xwe ji dest dane PKKyî ne û got, “Helîkoptereke din jî ligel helîkoptera ketiye hebûye lê helîkoptera duyem ji cihê bûyerê dûr ketiye û nayê zanîn bi ku derê ve çûye.”
Daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê
Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hat gotin ku rayedarên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Tirkiyê re pêwendî danîne lê wan di bersiva xwe de gotine ku ew helîkopter ne ya wan e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helîkopter tîpa Eurocopter AS350 e, kesên di helîkopterê de PKKyî ne û hemûyan canê xwe ji dest dane.
Dije Terora Kurdistanê diyar kir ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.