HSDê nasnameya endamên xwe yên ku di ketina 2 helîkopteran de canê xwe ji dest dane eşkere kir

HSDê nasnameya endamên xwe yên ku li Duhokê di ketina 2 helîkopteran de canê xwe ji dest dane eşkere kir.

18.03.2023, Cts - 08:19

HSDê nasnameya endamên xwe yên ku di ketina 2 helîkopteran de canê xwe ji dest dane eşkere kir
Nuçe Belav bike

Dije Terora Kurdistanê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an ragihand ku li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek kete xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 mêr û 3 jin in, lê nayê zanîn helîkopter a kê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî îro Înê 17ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, di “du helîkopterên” ku ketine de 9 endamên Yekîneyên Antîterorê ya Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di daxuyaniyekê de ragihandibû, di helîkoptera ku ketiye xwarê de 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û helîkoptereke din jî ji herêmê çûye. Dije Teror a Kurdistanê diyar kiribû ku piştî pirsîna ji Hevpeymaniya Navdewletî, Iraq û Tirkiyê wan diyar kiriye ku helîkopter ne ya wan e û lêkolîn dewam dike.

Helîkopter ji ber şert û mercên hewaya xirab ketiye xwarê

Li aliyê din di daxuyaniya îro ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat ragihandin ku 2 helîkopterên ku di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

HSDê destnîşan kir ku di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê canê xwe ji dest dane.

HSDê piştre nav û wêneyên 9 şervanên ku canê xwe ji dest dane eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku navên kesên canê xwe ji dest dane Şevan Kobanî, Hogir Dêrik, Koçer Dêrik, Xebat Dirbêsiyê, Dogan Efrîn, Harûn Rojava, Feraşîn Baran, Dîdar Dêrik û Rojeng Rifat in. Di daxuyaniyê de tenê navên kod hatin belavkirin û agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

Li aliyê din Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî wêneyên endamên YATê yên di ketina 2 helîkopteran de canê xwe ji dest dane parve kir û li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, “Endamên hêzên me yên Taybet ên Dijî Terorê (YAT) 9 şervanên me ku di nav wan de fermandarê yekîneyê Şervan Kobanî jî hebû, dema ku di çarçoveya bernameya çalakiyên hevbeş ên li dijî DAIŞê de ber bi Herêma Kurdistanê ve diçûn canê xwe ji dest dan.”

Hin malperên nûçeyan îdia kirin ku fermandarê YATê Şervan Kobanî (Ebdo Mustafa Ebdî) ku di helîkopterê de bû, biraziyê Mazlûm Ebdî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:34:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x