HUDA-PAR: Li Sûriyeyê guherîna demografîk, dê rê li ber aloziyan veke

Ji navenda HUDA-PARê li ser rojeva siyasî daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniya hat belavkirin de hem doza demildest eşkerekirina cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî hat kirin hem jî li ser hegera operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxandin hatin kirin.

30.05.2022, Pts - 12:53

HUDA-PAR: Li Sûriyeyê guherîna demografîk, dê rê li ber aloziyan veke
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya hat dayîn de hat xwestin ku cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî yên dozê werin eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê eşkerekirina cihên goran, tevkariyeke baş li çareseriya Pirsgirêka Kurd bike û reva rayedarên dewletê ya ji vê eşkerekirina cihên goran, nayê fêmkirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “Di serî de Şêx Saîd, divê zilimdariya li ser alimên Kurd bi fermî were qebûlkirin û ji xizmên wan û hemû Gelê Kurd lêborîn were xwestin.” Hat xwestin ku cihê gorên Saîdî Nûrsî, Şêx Saîd, Seyîd Riza û kesayetên wekî wan, werin eşkerekirin û arşîvên pêwendîdar ên Dadgehên Îstîklalê demildest werin vekirin.

Di daxuyaniya HUDA-PARê de li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî nirxandin hatin kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em fikarên xwe yên di derbarê hesasiyetên herêmê de wekî carên berê dubare dikin. Divê tevgerên wekî ‘Ev tevger dê tevkariyê li aramî û ewlehiya cîranên me bikin’ nebin sedema pevçûnên nû. Bi vê yekê re vegera penaberan û hegera guherîna demografiya herêmê dê bibe sedema rewşeke aloz ku dawiya wê ne diyar e. Divê her kes nejiyandina mexdûrî û muhacereyên nû û zerarnedîtina sivîlan, li pêşiya her tiştî bigire. Tevgera ku dê bê kirin, divê tevkariyê li aştiya mayînde û aramiya Sûriyeyê bike. Divê ji bo vegera penaberan a bi ewlehî yên li Tirkiye û welatên din, şertên guncav werin pêkanîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x