Îlham Ehmed: Vegera sîstema rejima Beasê ne mumkin e

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmedê diyar kir ku vegera sîstema Beasê ne mumkin e.

26.05.2025, Pts - 12:31

Îlham Ehmed: Vegera sîstema rejima Beasê ne mumkin e
Nuçe Belav bike

Îlham Ehmed li Atînaya paytexta Yûnanistanê beşdarî konferansekê bû.

Îlham Ehmedê di konferansê de diyar kir ku li Sûriyeyê êdî vegera sîstema rejima Beasê ne mimkun e û divê sîstemeke xweser were avakirin.

Konferans bi sernavê "Pirsgirêka Kurdan û pêşhatên li Rojhilata Navîn" li paytexta Atînayê berdewam dike.

Li gorî nûçeya MAyê, Îlham Ehmedê di axaftina xwe de bal kişand ser pevçûnên li Sûriyeyê û gotarek pêşkêş kir.

Berpirsa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got, "Li Sûriyê şerekî dirêj çêbû, xwîneke zêde rijiya. Piştî rûxandina rejima Beasê pirsgirêkên aborî, zextên vekişandina jinan a ber bi Îslama radîkal ve zêde bûn û ev rewş nehat çareserkirin.

Li Sûriyeyê metirsiya şerê navxweyî û krîzeke mezin heye. Tevî vê yekê HTŞ bi serê xwe biryaran distîne, bi gelan re hevpariyê nake."

Wê destnîşan kir ku di rojên bê de gelê Sûriyeyê dê li hemberî metirsiya komên cîhadî û DAIŞê bê deng nemîne.

“Çareseriya pirsgirêkan modela Rêveberiya Xweser e”

Îlham Ehmedê eşkere kir ku eger Sûriye ji navendekê bê birêvebirin dê rastî xeteriya şerê navxweyî yê mezin bibe û gelek pêkhateyên wê dikarin bi serê xwe biryaran bistînin.

Berpirsa Rêveberiya Xweser bal kişand ser zêdebûna zextên komên cîhadî yên li ser bêdengkirina jinan û da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên li seranserê Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye.

Îlham Ehmedê li ser hevdîtinên bi Hikûmeta Şamê re jî Ehmedê da zanîn ku divê sîstemên ewlehî, aborî û perwerdeyê herêmî hebin.

Wê tekez kir vegera sîstema rejima Baasê êdî ne mimkun e û divê sîstemeke xweser li Sûriyeyê hebe.

Li gorî gotina Îlham Ehmedê metirsiya DAIŞê hê jî zindî ye û li hemberî vê metirsiyê hêza herî girîng jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.

Berpirsa Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê amaje bi Kongreya 12emîn a PKKyê kir û diyar kir ku divê gavên yasayî û demokratîk bên avêtin û pêvajoya bê li gorî çarçoveyên yasayî bidome.

 

Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:29:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x