Îran 'têgihiştina xwe' ya li ser pêwîstiya pêkanîna operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê nîşan dide

Wezîrê Derve yê Îranê Amir Husên Ebdullahiyan: Em têdigihin metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê

28.06.2022, Sal - 06:45

Îran 'têgihiştina xwe' ya li ser pêwîstiya pêkanîna operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê nîşan dide
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan, di serdana xwe ya Enqerê de ragihand ku welatê wî “têdigihe” pêwîstiya Tirkiyê bi pêkanîna operasyoneke leşkerî ya nû li bakurê Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Îranê Amir Husên Ebdullahiyan di serdana xwe ya Enqerê de, şeva borî di konferanseke rojnamevanî ligel hevtayê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de got: “Em têdigihin metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê.” Her wiha berdewam kir: “Em têdigihin ku dibe operasyoneke taybet (li Sûriyê) pêwîst be.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îranê di demekê de ye, Ji zêdetir ji mehekê ve ye Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje, ew ê herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bikin.

Her wiha Erdogan duhî careke din gefa destpêkirina operasyona li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwar û got: “Em ê li wir bi temamkirina kêmasiyên korîdora ewlehiyê ya li ser sînorê Sûriyê, dest bi operasyonên nû bikin.”

Tirkiye ku pêştir ligel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di operasyonên leşkerî de Cerablus, Bab, Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê dagîr kirin, vê carê jî hewl dide bikeve Minbic û Tel Rifat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x