Li Efrîn û Serê Kaniyê 21 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa jinekê ne diyar e

Li gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şêreweyê ya Efrînê, 5 Kurd hatin girtin.

20.10.2023, Cum - 08:07

Li Efrîn û Serê Kaniyê 21 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa jinekê ne diyar e
Nuçe Belav bike

Polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve, ev 5 kes bi hinceta ku pêwendiya wan Rêveberiya Xweser re heye girtin.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, ev 5 welatiyên Kurd 18ê vê mehê hatine girtin.

Rewangehê da zanîn ku ev kes di demên dawiyê de ji Helebê vegeriyabûn ser mal û milkên xwe.

Polîsên serbazî li gundê Mîrkanê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê ji bi hinceta ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye Kurdek girt.

Serê Kaniyê

Grûpên çekdar ên di kontrola Tirkiyeyê de li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê jî 15 Kurd girtin.

Ev 15 kes li gundê Duwêreyê yê Serê Kaniyê hatin girtin û hincet ew e ku “pêwendiya wan bi PKKyê re heye.”

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, Grûpa Sultan Muradê û polîsên serbazî ev 15 kes 18ê mehê girtine û ew veguhastine zindana li Serê Kaniyê.

Di çend mehên borî de, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve li navçeya Serê Kaniyê, bi hinceta ku “pêwendiya wan bi PKK-PYD-YPG-HSD û Rêveberiya Xweser re heye” gelek ciwanên Kurd girtine û ew radestî Tirkiyeyê kirine.

Çarenivîsa jinekê ne diyar e

Li aliyê din, polîsên serbazî 17ê ve mehê li gundê Şêxotkayê yê Mabatayê jî bi heman tohmetê jinek girtibû.

Çarenivîsa wê jina 32 salî heta niha jî ne diyar e.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:21:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x