Li Efrînê 3 welatiyên Kurd hatin girtin

Li navçeya Cindrêsê ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve 3 welatiyên Kurd bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser” hatin girtin.

01.07.2022, Cum - 06:27

Li Efrînê 3 welatiyên Kurd hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, li gundê Til Silûr ser bi navçeya Cindrêsê ya Efrînê 3 welatiyên Kurd bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser hatine girtin.

Herwiha li Efrînê 2 welatiyên Kurd ku ji aliyên du komên çekdar ve hatibûn girtin, li beramber pere hatin azadkirin.

Li gor agahiyan, Polîsê Leşkerî girtiyekî Kurd ê xelkê navçeya Raco ya Efrînê li bermaberî 5,000 lîreyên Tirkî berdan, herwiha grûpa Ceyş el-Islam jî girtiyekî xelkê gundê Zivinkê yê ser bi navçeya Bilibilê li beramberî 350 dolaran berdane.

Roja 26ê Hezîranê jî, grûpa Ehrar el-Şerqiye ya ser bi Tirkiyê ve welatiyek ji gundê Darkiriyê yê ser bi navçeya Mabata ya Efrînê ve girtibûn, û piştî îşkencekirinê ew li beramberî 200 dolaran berdabûn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatiye dagîrkirin û ji wê demê ve heta niha bi sedan binpêkarî li dijî Kurdan ku xelkê resen ên herêmê ne, hatine kirin û demografya herêmê jî bi niştecihkirina Ereb û Tirkmenan hatiye guhertin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x