Li Efrînê êriş: 7 welatî birîndar bûn

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê êrişî otomobîlekê hat kirin û di encamê de 7 welatiyên Kurd birîndar bûn.

07.08.2023, Pts - 07:23

Li Efrînê êriş: 7 welatî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê ragihand ku li devera nahiyeya Şêrawayê ya Efrînê di encama topbaranekê de 7 welatiyên Kurd birîndar bûn.

Li gorî heman navendê, ew otomobîl bi mûşekeke hêzên artêşa Sûriyeyê li ser rêya Fafirtîn – Birc Silêmanê li nahiyeya Şêrawayê hate armanckirin.

Hêzên artêşa Sûriyeyê jî li Çiyayê Şêx Eqîl bicih bûne û di dema vegera wan 7 kesan de ew kirine armanc.

Ev 7 kes Efrînê diçûne gundên xwe yên bi navê Birc Silêman û Kibbaşînê.

Birînên hinek ji wan kesan wan giran in û ji bo dermankirinê ew şandin Nexweşxaneya Efrînê.

Navên wan jî hatine belgekirin: Mistefa Cemal, Nihad Îso, Ehmed Ehmed Hindî, Mihemed Ehmed Hindî, Mihemed Silêman ji gundê Kebaşîn in; Mihemed Seîd ji gundê Birc Heyder e; Îmad el-Dîn jî ji gundê Birc Silêmanê ye.

Gundewarê rojhilatê Efrînê, Jj 2018an ve ji aliyekî ve gelek caran dibe armanca êrişên hêzên Sûriyeyê û ji aliyê din ve jî dibe armanca êrişên hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di van êrişan de her dem welatiyên sivîl dibine qurbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:45:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x