Li Efrînê teqîn: 2 çekdar birîndar bûne

Di encama teqîna otomobîlekê li nava bajarê Efrînê de, çend çekdar birîndar bûne.

12.09.2023, Sal - 08:28

Li Efrînê teqîn: 2 çekdar birîndar bûne
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji ajansaK24ê re got, îro danê sibê li taxa Zêdiyê ya Efrînê bombeyek bi otomobîla serkirdeyê di grûpa Ewlehiya Encûmena Xwecihiya Efrînê “Ebû Emar EL-Xotanî” de teqiya.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de, herî kêm 2 kes birîndar bûne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x