Li Efrîn'ê Alaya Kurdistanê re qedexe

Meşa ku li Efrîn'ê hat lidarxistin endamên partiya El-Wehde ku ala Kurdistan hilgirtibûn, hat ragihandin ku ji aliyê PYD'ê ve hatiye astengkirin.

28.07.2017, Cum - 08:09

Li Efrîn'ê Alaya Kurdistanê re qedexe
Nuçe Belav bike

Di xwepêşandaneke ji bo şermezarkirina gef û êrîşên Tirkiyê bo ser herêma Efrînê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî de ku li bajarokê Raco ya girêdayî Efrînê ve birêve çûbû, Rêveberiya Xweser biryara qedexekirina bilindkirina Ala Kurdistanê derxist.

Di xwepêşandana ku pêkhat Rêveberiya Xweser biryara qedexekirina Ala Kurdistanê derxist û xwepêşandan di jêr flamayên TEV-DEMê û Rêveberiya Xweser de birêve çû.

Di her du xwepêşandanên Efrînê û Cindirêsê de, ku heftiya bihorî hatibûn sazkirin, Partiya Elwehdeyê beşdarî xwepêşandana bûbû û hin endamên wê partiyê ala neteweyî ya Kurdistanê bilind kiribûn, bêyî ku desthilatdar û saziyên Rêveberiya Xweser ti bertekên nerazîbûnê li xwe nîşan bidin û ti destwerdan li hilgirên Ala Kurdistanê jî nehatibû kirin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:20:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x