Li Efrînê baca li ser cotkarên Kurd hatiye zêdekirin: ‘Her kesî çav û guhên xwe girtine’

Sepandina bacê li ser Kurdên Herêma Efrînê, ji aliyê grûpên çekdar ve bûye diyardeyeke berbiçav.

30.11.2023, Per - 13:10

Li Efrînê baca li ser cotkarên Kurd hatiye zêdekirin: ‘Her kesî çav û guhên xwe girtine’
Nuçe Belav bike

Zanyariyên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji aliyê mafnas û çalakvanê sivîl Îbrahîm Şêxo ve, hatine dayîn diyar dikin ku di çend rojên borî de, “grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê” bac li ser cotkaran zêde kirine.

Ji ber zêdekirina bacê “cotkar ti sûdê ji berhema mûsimê xwe yê zeyt û zeytûnan nabînin.”

Mafnas û çalakvanê sivîl Îbrahîm Şêxo anî ziman:

“Bi giştî tiştek ji welatiyan re nema û wek agahiyên gihiştine me, li navçeya Şiyê û Mabatayê, bacên giran li ser wan gundên di bin kontrola Emşatê de, bêhtirî 5 milyon û 326 hezar dolarên Amerîkî sepandine.

Ji wan, tenê li ser bajarokê Şiyê milyonek û 100 hezar dolar hatine sepandine. ”

Herêma Efrînê bi giştî di vê rewşê de ye û bajarokên Şiyê û Mabatayê û gundên wan, weke mînakên wê ne.

Cotkar gelekî bêzar bûne lê bi sedema gefên çekdaran, ew nikarin tiştekî bikin.

“Her kesî çav û guhên xwe girtine”

Mafnas û çalakvanê sivîl Îbrahîm Şêxo herwiha got:

“Çekdaran li bajarokê Mabatayê 500 hezar dolarên Amerîkî sepandine. Li Anqelê 600 hezar dolarên Amerîkî. Li hin gundên biçûk ên wekî gundê Racayê yê navçeya Mabatayê, 26 hezar dolar sepandine.

Li gundê Xelîlê 16 hezar dolar, li gundê Hisê 350 hezar dolar, Şîtka 250 hezar dolar.

Di bin gefên grûpên çekdar de welatî di rewşeke xirab de dijîn. Heta niha dewleta Tirkiyeyê ya berpirs, Civaka Navdewletî û hemû cîhanê çavên xwe û guhên xwe li ser wan binpêkirinên li Efrînê dibin, girtine.”

Heman grûpê, di destpêka werzê niha yê zeytûnan de, 3 dolar bac, li ser her dareke zeytûnan, li wan gundan sepandiye.

20 dolar bac jî li ser her dareke zeytûnan ku xwediyê wê yê Kurd, li derveyî Herêma Efrînê be hatiye sepandin.

Bac li ser zeyta zeytûnan li guvaştgehan jî hatiye serpandin, bi awayekî ku rêjeya 10 heta ji sedî 50 ji berhema zeyta zeytûnan, ji çekdarên grûpa Emşat re be.

Cotkarên ku pabend nebin, rastî gelek astengî û zehmetiyan tên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:42:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x