Li Efrînê şer û pevçûn di navbera YPGê û Eniya El Nusra de derket

Şer û pevçûn li navçeya Şêrewa ya Efrînê û li derdora Keleha Samanê di navbera HSD û YPGê ji aliyekî ve û Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra) ji aliyekî din ve ji şeva borî ve berdewam e.

13.06.2017, Sal - 15:04

Li Efrînê şer û pevçûn di navbera YPGê û Eniya El Nusra de derket
Nuçe Belav bike

Rojnamevan Ayanda Koran ji K24ê re ragihand, ji şeva borî ve şer û pevçûn li derdora Keleha Samanê ya dîrokî (20 K.M li başûrê Efrînê) di navbera YPG û HSD li aliyekî û çekdarên Fetih El-Şamê li aliyê din de derketiye.

Herwiha got, çekdarên Fetih El-Şamê êrîşî gundên Basûfan, Îska û Celemê yên heman navçeyê kirin, lê şervanên HSDê êrîşa wan têk şikandin.

Ayanda Koran da zanîn ku heta niha şer û dengê çek û teqayan bi awayekî bi navber tê bihîstin.

Li gor medyayê nêzîkî YPG û HSDê ve, ku 28 çekdarên Fetih El-Şam hatine kuştin û 7 otomîlên leşkerî rûxandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:45:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x