Li bajarê Minbicê yê ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve goreke bi kom hat dîtin ku bermahiyên termên 29 kesan têde hatin dîtin.
Li bajarê Minbicê yê ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve goreke bi kom hat dîtin ku bermahiyên termên 29 kesan têde hatin dîtin.
Ew gora bi kom doh Çarşembê 27ê Tîrmeha 2022an li nêzîkî avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê hatiye dîtin. Li gor agahiyan, dema ku karmendên Şaredariya Minbicê li nêzîk avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê mijûlî kolandina kanalên avrêjiyê bûne, ew gor dîtine.
Medyaya nêzî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê belav kiriye, li gor zanyariyên destpêkê termên 29 kesan di wê gora bi kom de hatine dîtin ku destê wan ji paş ve hatine girêdan.
Heta niha nasnameya wan kesan û dîroka veşartina wan terman nehatiye zanîn.
Aliyên peywendîdar û Komîteya Tendirustî ya Minbicê derbarê wê gora bi kom de dest bi lêkolînê kirine.