Bi daketina nirxê Lîreya Sûrî re, hejmarek mezin ji firoşgeh û dukanên Amûdê hatin girtin. Herwiha hin pereguhêran jî kirîn û firotina Dolar rawestandin.
Bandora daketina buhaya Lîreya Sûrî li hember Dolara Amerîkî, li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bazarên wê balkêş e, tevger kêm e, piraniya firoşgehan girtî ne û nerazîbûna welatyan jî diyar e.
Enes Ebdulrehman, yek ji xelkê bajarê Amûdê ye û ji heyama 26 salan ve di warê firotin û kirîna caw û petrel de kar dike. Enes dibêje, ev cara yekem e bazara bajarê xwe bi vî şêweyî vala dibîne û heger buhaya Lîreyê cîgar nebe, eger heye ku bazar bi temamî were girtin.
Bi daketina nirxê Lîreya Sûrî re, hejmarek mezin ji firoşgeh û dukanên Amûdê hatin girtin. Herwiha hin pereguhêran jî kirîn û firotina Dolar rawestandin.
Gazinên xelkên bajêr roj bi roj zêdetir dibin ku dibêjin divê aliyên berpirs sînorekê ji buhaya pêdiviyên rojane re deynin, yan jî ewê neçar bibin ku koçberî welatên din bibin.
Ji ber daketina nirxê Lîreya Sûrî ku îro yek Dolarê Amêrîkî nêzî 3500 Lîreyan tomar dike, Rêveberiya Xweser şaneyeke kirîzî ji bo şopandina rewşa abûrî ava kiriye, herwiha komîteyên çavdêriya bazaran jî hatine avakirin, lê tevî wê jî welatî dibêjin ku çavdêrî tune ye û rêveberî nikare tu guhertinê çê bike.