4 ciwan li Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê hatine revandin.
Li gor çavkaniyên nêzîkê Rêveberiya Xweser, doh 4 ciwan ji navçeya Girê Spî ya dagîrkirî hatine revandin, yek ji wan ku sala derbasbûyî li hember dana du milyon lîreyên Sûriyê hatibû azadkirin, careke din hatiye revandin.
Li gor heman çavkaniyan, hêzeke ser bi Tirkiyê û grûpên çekdar, bi ser bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî de girtine û 4 ciwan revandine. Ew ciwan bi navê, Mihemed Elo, Mistefa Erar, Îsa Şiwax û kurê Hesen Osman in.
Hesen Osman xwendekarê qonaxa amadeyî ye û li navçeya Sebxe ya Reqayê ezmûn didan, dema vedigeriya di rê de hatiye revandin.
Ciwanê bi navê Mihemed Elo jî sala borî li hember fidyeyê hatibû azadkirin, kesên revandî ji bo şaxa rûbirûbûna terorê ya ser bi Tirkiyê û grûpên çekdar a li Girê Spî hatine veguhestin.