Mazlûm Ebdî: Helwesta Hevpeymanan heye lê ev nayê wateya rawestandina operasyona Tirkiyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser operasyona muhtemel ya Tirkiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Mazlûm Ebdî got, “Ji aliyê hevpeymaniya navneteweyî ve helwest hene lê ev helwest nayê wateya rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê.”

16.07.2022, Cts - 07:04

Mazlûm Ebdî: Helwesta Hevpeymanan heye lê ev nayê wateya rawestandina operasyona Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî roja Înê 15ê Tîrmeha 2022an li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku seferberiya Hêzên Tirkiyê û amadekariyên êrîşeke nû hene.

Tirkiyê piştî ku di salên borî de Efrîn, Serê Kaniyê û çend deverên Rojavayê Kurdistanê dagir kir, niha gefa operasyoneke nû li ser Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ya li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê anî ziman, “Di nava mehekê de Tirkiyê 1360 caran êrîşî herêmên me kir.”

Mazlûm Ebdî bang li Hevpeymaniya Navdewletî jî kir û got, “Zehmet e hêzên me li du eniyan li dijî DAIŞê û li dijî Tirkiyê şer bikin.”

Tirkiyeya ku hewl dide cara 5an operasyoneke serbazî li nav xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne him li qadê him jî li ser maseya dîplomasiyê zor û zextên xwe yên li ser aliyan didomîne û hewla razîkirina Amerîka û Rûsyayê dide.

Mazlûm Ebdî her wiha li ser helwesta Hevpeymanan got, “Di du mehên borî de me bi hevpeymanên wek Amerîka û Rûsyayê re bi armanca bidawîkirina van êrîşan hevdîtinên berfireh kirin. Ji aliyê hevpeymaniya navneteweyî ve helwest heye lê ev helwest nayê wateya rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê.”

Mazlûm Ebdî anî ziman, “Berdewama van gefan nîşan dide ku helwesta navneteweyî ya ji bo rawestandina van gef û êrîşan ne bes e. Her wiha herêmên dagirkirî ji DAIŞê re bûne cihên ewle. Haya me jê çêbû ku DAIŞ, amadekariyan dike da ku êrîşê Kampa Holê bike.”

Mazlûm Ebdî her wiha diyar kir ku hêzên Hikûmeta Sûriyê li herêmên sînorî yên di bin gefan de yên wekî Kobanî û Til Rifetê bi cih bûne û li Minbicê jî xebata bi koordîne ligel Rûsyayê tê kirin.

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku Tirkiye rêzê li peymana Cotmeha 2019an nagire û ew li ser agirbestê ne û hêzên wan bi kûrahiya 30 km vekişiyane, dewriyeyên Rûsî û Tirkiyê û bicihkirina hêzên hikûmetê hene.

Tirkiyê li ser gefên operasyoneke nû li bakurê Sûriyê berdewam e, çekdarên Opozisyona Sûriyê jî hêzên xwe li nêzîkî deverên Til Rifet û Minbicê kom kirine û xwe ji bo wê operasyonê amade dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:18:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x