Mazlûm Kobanî: Gava yekemîn a bo yekrêziya Kurdî bi serkeftî bidawî bû

Fermanderê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê gotûbêjên bo yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

29.05.2020, Cum - 21:18

Mazlûm Kobanî: Gava yekemîn a bo yekrêziya Kurdî bi serkeftî bidawî bû
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî derbarê hewldanên yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistanê de rahinad ku “gava yekemîn ji pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”

Fermanderê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê gotûbêjên bo yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

General Mazlûm Kobanî di peyama xwe dibêje: “Gava yekemîn ji pêvajoya diyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî bû, em derbasî asta duyemîn bûn.”

Kobanî herwiha diyar kir ku hêviya wî ew e ku herdu aliyên sereke yên siyasî li Rojavayê Kurdistanê berjewendî, paşeroj û bendewariyên xelkê li ber esas bigrin û dibêje: “Em dê bi hevre û yekgirtî bi serkevin û dîrokê binivîsînin.”

Weke tê zanîn Mazlûm Kobanî bi armanca nêzîkirina aliyên siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyek dabû destpêkirin û ew helwesta wî ji aliyê gelek partî û aliyên Kurdî ve bi erênî hate pêşwazîkirin.

Heta niha hejmarek civîn û danûstandinên bo avakirina yekrêziya navmala Kurd, di navbera herdu aliyên serekê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi beşdariya nûnerê Amerîkayê William Roebuck hatine encamdan.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 801 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:39:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x