Mezlûm Ebdî di wê twita xwe de got, “Destpêka vê hefteyê Tirkiyê rêkeftinên 17 û 22ê Cotmehê bi zelalî binpê kirin û li Eyn Îsayê bû sedema mirina ajokarekî û birîndarbûna rêwiyekî.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî bang li garantorên rêkeftinên Stenbol û Soçiyê kir ku “erkên xwe pêk bînin û êrişên Tirkiyê rawestînin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir ku tevî rêkeftinên 17 û 22ê Cotmehê “êrişên Tirkiyê berdewam in.”
Mezlûm Ebdî di wê twita xwe de got, “Destpêka vê hefteyê Tirkiyê rêkeftinên 17 û 22ê Cotmehê bi zelalî binpê kirin û li Eyn Îsayê bû sedema mirina ajokarekî û birîndarbûna rêwiyekî.”
Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, Tirkiyê berpirsekî ji Komîteya Berevaniyê kiribû armanc û got, “Em bang li garantorên rêkeftinên Soçî û Stenbolê dikin ku erkên xwe bicih bînin, mekanîzmayeke ku êrişên Tirkiyê rawestîne bibînin hemwelatî û xebatkarên îdarî ji van êrişên berdewam biparêzin.”
Di dema operasyon û êrişa berfireh a artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha sala derbasbûyî de ku di encamê de bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê ketin destê wan grûpan, bi garantoriya Amerîkayê rêkeftina Stenbolê û bi garantoriya Rûsyayê rêkeftina Soçiyê hatibûn encamdan ku pêwîst bû li gor wan rêkeftinan Tirkiye û grûpên çekdar êrişên xwe rawestînin.