Li gorî zanyariyan, roja Çarşembê 2ê Mijdara 2022an li gundê Ebû Wehil ê li rojhilatê Reqayê 17 zarok ji ber xwarina kiwarkên jehrî, jehrî ketine û ji bo nexweşxaneya zarokan a Reqayê hatine rakirin.
Hatiye ragihandin ku 4 ji wan zarokan li nexweşxaneyê ji ber rewşa wan a tendirustiyê xirabtir bûye, tevî hemû hewldanên pizîşkan canê xwe ji dest dane.
Li gor agahiyan, rewşa tendirustiyê ya 13 zarokên din baş e û li nexweşxaneyê tên dermankirin.