PYD û rêjîma Sûriyê li Efrînê li ser van tiştan li hev kirin

Li bargeha eskerî ya Rûsî li Kefir Cenê li Efrînê, şandên rêjîma Sûriyê, Rûsya û PYD civiyan û li ser hinek xalên sereke li Efrînê li hev kirin. Civîn bi serpereştiya Rûsya çêbû û di civînê de ev biryar hatine standin:

07.05.2017, Paz - 18:54

PYD û rêjîma Sûriyê li Efrînê li ser van tiştan li hev kirin
Nuçe Belav bike

Li bargeha eskerî ya Rûsî li Kefir Cenê li Efrînê, şandên rêjîma Sûriyê, Rûsya û PYD civiyan û li ser hinek xalên sereke li Efrînê li hev kirin. Civîn bi serpereştiya Rûsya çêbû û di civînê de ev biryar hatine standin:

1-Hêzên rêjîma Sûriyê, û hêzên YPG bi hev re û bi hevalbendî, odeyeke operasyonan çêdikin û êrîşî ser gundewarên Heleb dikin, bi taybetî rojavayê Helebê û di serî de Idlib ku di destê opozîsyonê de ye û Tirkiyê piştgiriya wê dike.

2-Hêzên rêjîma Sûriyê serbest derbasî nava Efrînê bibin û tu astengî ji wan re dernekevin.

3-Balafirxaneya Minix dîsa were bikaranîn û ji wê derê Rûsa êrîşên ezmanî pêk bînin.

4-Daîreyîn rêjîmê vegerin Efrînê û di destpêkê de, daîreyên medenî, weke nufus, kefreba, maliye û av

5- Hêzên Asayîşê bikevin nava hêzên polîsan yên rêjêmê.

6-Hinek bargehên muxaberatan ji nû ve werin vekirin, weke Emin Dewle û Emin Siyasî.

Civînê nêzîkî 7 saatan dirêj kiriye û tê çaverêkirin ku di 2-3 hefteyên bêde ew lihevkirin pêk were.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1914 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:05:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x