Qamişlo: Endamekî îstixbarata Sûriyeyê hat kuştin

Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, endamekî îstixbarata leşkerî ya Sûriyeyê hat kuştin, yek jî hat birîndarkirin.

08.01.2024, Pts - 13:08

Qamişlo: Endamekî îstixbarata Sûriyeyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, bûyerê derengê şeva borî li gundê Siwêdiyeyê yê Qamişloyê rû daye.

Çend ciwanan li gundê Siwêdiyeyê rêya karwanekî leşkerî yê Sûriyeyê girtiye û wan êrişî karwên kiriye.

Di encamê de endamekî îstixbarata leşkerî ya Sûriyeyê hatiye kuştin, yek jî hatiye birîndarkirin.

Ev ciwan piştî êrişê ji cihê bûyerê reviyane.

Çavkaniyên Reveberiya Xweser dibêjin ku vî karwanê leşkerî dema derbasbûna xwe şêniyên gundên Qamişloyê bêzar kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:16:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x