Rêveberiya Xweser: 3 kes ji ber kolerayê mirin

Lijneya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên ku bi kolerayê ketibûn jiyana xwe ji dest dane.

10.09.2022, Cts - 11:43

Rêveberiya Xweser: 3 kes ji ber kolerayê mirin
Nuçe Belav bike

Lijneya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê nexweşîna kolerayê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Lijneya Tendirûstiyê de de hat ragihandin ku 3 kesên ku bi kolerayê ketine jiyana xwe ji dest dane û hişyarî da ku nexweşîn li Reqa û Dêre Zorê belav bûye.

Lijneya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Nexweşiya kolerayê li Reqa û rojhilatê Dêre Zorê zêde belav bûye.

Li aliyê din 3 welatiyên ku bi kolerayê ketine jiyana xwe ji dest dan.

Em bang li rêxistinên navneteweyî bi taybetî Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (WHO) dikin ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiya kolerayê tevbigerin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x