Rêveberiya Xweser daxwazê ji cîhanê dike li hemberî înkarkirina mafê Kurd helwest nîşan bide

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku nebûna wan di Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê de înkarkirina mafê zêdetirî 5 milyon welatiyên Sûriyê ye.

29.10.2019, Sal - 07:51

Rêveberiya Xweser daxwazê ji cîhanê dike li hemberî înkarkirina mafê Kurd helwest nîşan bide
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro Duşemê (28.10.2019) daxuyaniyek belav kir û têde dibêje paşguhxistina wan xizmeta çareseriya demokratîk a Sûriyê nake, ew ji cîhanê dixwazin li hember înkarkirina mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyan helwest hebe.

Rêveberiya Xweser ragihandiye, ew pabendî Sûriyeke yekgirtî, demokratîk û pirralî ne.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin, ku “êrîşa Tirkiyê komkujkirina gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê ye.”

Biryare roja Çarşemê 30ê Cotmehê li Cinêvê, yekem civîna Komîteya Nivîsîna Destûra Nû ya Sûriyê, bi beşdariya 150 endamên wê komîteyê bo heyama du rojan bê sazkirin.

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên Sûriyê, Geir Pedersen, beşdar wî civînê dibe û gotara destpêkê pêşkêş dike.

Şandiyê taybet yê Netewên Yekbûyî bo karûbarên Sûriyê ragihand ku hemû alî destpêkirina karê Komîteya Destûrê pesend dikin.

Karê wê komîteyê jî li ser bingeha biryara Encûmena Asayişê ye, ji bo piştgiriya proseya siyasî û destûrê, bi mebesta vekirina deriyê proseya siyasî li Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 831 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x