Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa bi dron a duh li bajarê Qamişlo daxuyaniyek belav kir û ragihand, êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û di êrîşê de 2 welatiyan canê xwe ji dest dane.
Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) di daxuyaniya xwe de êrîşa duh a bi dron a li ser bajarê Qamişlo şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember êrîşên nerewa ên Tirkiyê helwesta xwe nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku dewleta Tirkiyê bêyî ti rêgiriyekê êrîşên xwe bo ser herêmê berdewam dike û bi armanckirina istiqrar û aramiya herêmê hewl dide aloziyan derxe.
Rêveberiya Xweser diyar kiriye, ew êrîşên Tirkiyê di berjwendiya DAIŞê û komên terorîstî de ne û dibêje, “Yê sûdê jê digirin jî hêzên çete û terorîst in, di serî de jî DAIŞ û nameyeke zelal a pêkanîna qirkirinê ye.”
Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amaje bi êrîşên Tirkiyê yên li dijî fermandarên HSDê û sazî û xebatkarên Rêveberiya Xweser dike û dibêje, “Hedefgirtina fermandarên QSD’ê yên ku şerê terorê kirine, her wiha hedefgirtina welatî, mal û milkên wan, karkerên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve binpêkirina eşkere ya hemû pîvanên exlaqî, mîsaq û peymanên navneteweyî ye.”
Êvara îro Duşembê 24ê Cotmeha 2022an droneke Tirkiyê cihek li nêzîkî Dibistana Îbrahîm Henano li taxa Meyselûn a li bakurê bajarê Qamişlo bombebaran kir.
Li gor hin agahiyan, cihê ku hatiye bombebarankirin avahiya saziya înşaatê ya Rêveberiya Xweser bûye. Lê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, cihê ku duh li Qamişlo ji aliyê Tirkiyê ve hatiye armanckirin “navendeke leşkerî” bûye.
SOHRê diyar kiriye ku di encama êrîşê de 2 şervanan canê xwe ji dest dane û 2 jî birîndar bûne.