Rêveberiya Xweser: Divê civaka navdewletî dorpêça li ser herêmê rake

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê bang li hêzên xwedî bandor li Sûriyê û endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî kir ku ji bo vekirina deriyê sînorî yê Til Koçber bixebitin.

09.01.2023, Pts - 07:41

Rêveberiya Xweser: Divê civaka navdewletî dorpêça li ser herêmê rake
Nuçe Belav bike

Luqman Ehmê ji ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser re got, hikûmeta Sûriyê mijara alîkariyên mirovahî ji herêmên Rêveberiya Xweser re weke karteke siyasî bikar tîne. Ehmê got, mijara alîkariyên mirovî yên ku bi rêya hikûmeta Şamê digihêjin deverên Rêveberiya Xweser, çendîn caran ji bo armancên siyasî hatiye bikaranîn.

Ehmê daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer ê li ser sînorê Iraq û Sûriyê kir û diyar kir, ew bi biryara girtina wî deriyê sînorî matmayî mane, ji ber ku alîkariyên mirovî tenê bi rêya wî deriyê sînorî digihîştin navçeyên Rêveberiya Xweser.

Luqman Ehmê diyar kir, eger deriyê Til Koçer girtî bimîne dê bandoreke xirab li jiyana koçberan bike û jiyana koçberan dê bikeve metirsiyê bi taybet ji ber zuwabûnê û xirabiya rewşa aboriyê di wan sê salên dawî de, lewra daxwaz ji hêzên xwedî bandor li Sûriyê û endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî kir ku ji bo vekirina deriyê sînorî yê Til Koçber bixebitin.

Bi gotina wî rayedarê Rêveberiya Xweser, zêdebûna hejariyê li herêmê rê li ber hewldanên şerê li dijî DAIŞê digire, û jîngeheke guncaw ji bo belavbûna rêxistinê dirust dike û herwiha zehmetiyên Rêveberiya Xweser li navçeyê di warê dabînkirina pêdawîstiyên aware û penaberan de dijwar dike, bi taybetî li kampa Holê ku nêzîkî 60 hezar kes têde ne.

Ehmê di wê baweriyê de ye ku civaka navdewletî erkên xwe pêk bîne û divê deriyê Til Koçer ji nû ve veke, û dorpêça ku ji çend aliyan ve û di nav de jî ji aliyê hikûmeta Şamê li ser herêmê hatiye ferzkirin bişkîne.

Berdevkê Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku herêmên Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyê ne û divê para koçberên wê herêmê di alîkariyên navdewletî de hebe.

Encûmena Asayîşa Navdewletî 12ê vê mehê dê biryara xwe li ser berdewamiya gihandina alîkariyan ji bo Sûriyê di rêya deriyê sînorî yê Bab El Hewa re bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:00:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x