Ofîsa Berevaniyê ya Rêvewberiya Xweser di daxuyaniyekê de, ragihand ku ew rêzê li hemû peyman û yasayayên navdewletî digirin û zarokan çekdar nakin û nûçeya derbarê biçekkirina zarokan de, ji rastiyê dûr in û armanc jê destkeftiyên bi dest xistine ji holê rakin.
Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên wan zarokan çekdar nakin û nûçeya derbarê biçekkirina zarokan de, ji rastiyê dûr in.
Ofîsa Berevaniyê ya Rêvewberiya Xweser di daxuyaniyekê de, ragihand ku ew rêzê li hemû peyman û yasayayên navdewletî digirin û zarokan çekdar nakin û nûçeya derbarê biçekkirina zarokan de, ji rastiyê dûr in û armanc jê destkeftiyên bi dest xistine ji holê rakin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dike ku ew rêzê ji hevpeymanên navnetewî û pîvanên qanûna navnetewî ya mirovî digire. Di heman demê de îdiyên qaşo Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belav dike, diderwînin.
Têkildarî mijara biçekkirina zarokan, em ji raya giştî re piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyman û lihevkirinên ku bi civaka navnetewî re îmze kiriye pêk tîne, ku teqeziyê bi bidawîkirin û qedexekirina biçekkirina zarokan dike. Em dibînin ku nûçeya der barê biçekkirina zarokan de, ji rastiyê dûr e û ji holê rakirina destkeftiyên ku hêzên me li dijî terora cîhanî bi dest xistine.”
Ofîsa Berevaniyê ya Rêvewberiya Xweser dibêje ku li gor madeya hejmara 14 ji Yasaya Erka Xweparastinê, nabe tu ciwanek ji bo xizmeta xweparastinê bê erkdarkirin eger temenê wî 18 sal derbas nekiribin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de Ofîsa Berevaniyê dibêje ku saziyên Rêveberiya Xweser pabendî yasa û rênimayên navdewletî de, di demekê de ku rejîma Tirkiyê zarokên Sûrî dişîne mirinê li Lîbyayê.
Pêştir siyasetmedarê Kurd Şêrwan Îbrahîm piştî hevdîtina xwe ya ligel Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî ji Rûdawê re ragihandibû ku Mazlûm Kobanî gotiye ku ew dê wan zarokan li xwediyên wan vegerînin û ew kesên ku zarok birinê dê bêne cezakirin.