Rêveberiya Xweser ji bo kesên ji leşkeriyê reviyane efû derxist

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo çekdarên ku ji leşkeriya neçar a ser bi wê rêveberiyê ve reviyane efûyek derxist.

04.04.2023, Sal - 08:13

Rêveberiya Xweser ji bo kesên ji leşkeriyê reviyane efû derxist
Nuçe Belav bike

Hevserokatiya Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) di daxuyaniyekê de ragihand, bi helkefta 4ê Nîsanê û nêzîkbûna cejna Remezanê, kesên ku ji erka xwe ya parastinê revaniyane têne efûkirin.

Li gor daxuyaniyê, kesên ku destê wan di teror û cînayetan de hebûye efû ji bo wan tune ye.

Hevserokatiya Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser herwiha diyar kir, kesên ku li hundirê welat dimînin, dikarin di nava 45 rojan de û kesên li derve ne dikarin heta 60 rojên din xwe radest bikin.

Di biryarê de herwiha hatiye gotin, kesên tên efûkirin eger xwe radest bikin dê dema leşkeriyê ya ku berî revê kirine ji bo wan bê hesibandin.

Biryara efûyê ji îro 4 Nîsana 2023an tê cîbicîkirin.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di sala 2013an de û piştî du salan ji şerê navxwe yê li Sûriyê hatiye avakirin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêza Erka Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li navçeyên rêveberiyê çalak in û rêveberiyê diparêzin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x