Rêveberiya Xweser zêdeyî milyonek ton genim wergirtiye

Desteya Çandinî û Avdanê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, wan îsal heta niha 1 milyon û 9 hezar ton genimê avî û bejî ji cotkarên herêmê wergirtine.

12.07.2023, Çar - 07:41

Rêveberiya Xweser zêdeyî milyonek ton genim wergirtiye
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser berî niha pêşbînî kiribû ku ew dê derdora 1 milyon ton genim werbigirin, lê heta niha jî wergritina genim ji cotkaran berdewam e.

Roja 10 Gulanê Rêveberiya Xweser gotibû ku dê her yek kîloyê genim bi 43 sentên Amerîkî ji cotkaran bikire.

Berpirsekî Rêveberiya Xweser li Kobaniyê jî dibêje, li wê herêmê wan heta niha 45 hezar ton genim ji cotkaran wergirtine.

Wî berpirsî herwiha ragihandiye, ji bo kêmkirina qerebalixiya li ser navendên wergrtina genim, wan beşek ji barhilgran şandine Minbicê.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser herwiha ragihandiye, ji 20ê Hezîranê ve jî dayîna pereyên cotkaran dest pê kiriye.

Rêveberiya Xweser 8 navend li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Reqa û Dêrazorê ji bo wergirtina genim terxan kirine. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya werzê dirûna genim, milyonek ton genim ji cotkaran were kirîn.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo her tonek genim 430 dolarên Amerîkî dide cotkaran, bi wateyeke din her kîloyeke genim bi 43 sentên dolarê Amerîkî dikire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:12:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x