Êrîş li Baregeha Amerîkî li Dêrazorê hat kirin.. Herî kêm 25 kuştî û birîndar hene

Di encama êrîşên grûpên çekdaran li ser baregeha Amerîkî ya li kêlgeha petrolê ya El-Omer li Dêrazorê de, hejmarek ji şervanên HSDê hatin kuştin û birîndar bûn.

05.02.2024, Pts - 06:58

Êrîş li Baregeha Amerîkî li Dêrazorê hat kirin.. Herî kêm 25 kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji ajansa K24ê re got, grûpa bi navê “Berxwedana Îslamî li Iraqê” îro 5ê Sibatê bi dronan êrişî kêlgeha petrolê ya Omer li Dêrazorê kir.

Ramî Ebdulrehman da zanîn jî, di êrîşê de 5 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin kuştin û 20 şervan jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Grûpa Berxwedana Îslamî li Iraqê jî îro danê sibê ragihand, wan bi dronan êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkî li Sûriyê kiriye.

Ji piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê di Cotmeha sala borî de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka jî çend caran baregehên grûpên çekdaran li Iraqê kirine.

Li hember kuştina 3 leşkerên Amerîkî li baregeheke li ser sînorê Urdinê, Amerîka roja Înê êrîş bir ser girûp û bingehên milîsên li Îraq û Sûriyeyê, li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve hatin wêrankirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:14:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x