Rûsya dixwaze Kurdên Sûriyê jî xweser bin

Di Kovara Foreign Affairs de di derbarê planên Rûsyayê yên li Sûriyê nivîsarekê cih girt. Di vê nivîsa ku ji aliyê Dmitri Tenin ve hatiye nivîsîn de tê gotin ku Rûsya, dixwaze ku Kurd xweser bibin.

15.12.2017, Cum - 18:15

Rûsya dixwaze Kurdên Sûriyê jî xweser bin
Nuçe Belav bike

Kovara Foreign Affairs a Konseya Karên Derve ya Amerîkayê ye û bibandor e. Di vê kovarê de ji aliyê Dmitri Trenin ve bi navê, ‘Plana Putin a Sûriyê’ nivîsek hat belavkirin.

Di nivîsê de tê gotin ku şerê Sûriyê piştî 7 salan ber bi dawiyê ve diçe û tê ragihandin ku Putin bi xebata xwe ya di warê leşkerî û dîplomatîk de karî welatê xwe bike aktorekî sereke di mijara Sûriyê de.

Herwiha di nivîsê de tê gotin ku tevî ku şer xilas nebûye jî hikûmeta Sûriyê filitiye û DAIŞ jî têk çûye. Nivîskar dibêje Rûsya wê di aşitiya Sûriyê de jî diyarker be û wiha pê de diçe: “Sûriye niha bi awayekî fîîlî dabeşî çend herêman bûye. Herçiqas Rûsya li Kurdistana Iraqê li dijî serxwebûnê derketibe jî, dixwaze Kurdên Sûriyê jî mîna Kurdên Iraqê xwedî xweseriyekê bin.”

Nivîskar dibêje têkiliyên Moskowayê yên bi Kurdan re dîrokî ne û bibîr tîne ku berî niha Rûsyayê alîkariya leşkerî jî daye Kurdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 931 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x