Rûsya ji bo aramiya axa Sûriyê federasyon difikire!

Hikûmeta Rûsya ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê federasyonê difikire, ku dawî li şerê naxwe yê li wî welatî bê.

11.10.2017, Çar - 07:01

Rûsya ji bo aramiya axa Sûriyê federasyon difikire!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya malpera Basnews'ê de cih digire tê gotin ku Rojnameya Şerqûlewset a Londonê raportek belav kiriye û hevserokê YPGê ku baskeke ji PKKê li rojavayê Kurdistanê Sîpan Hemo bi serokatiya şandekê ve heftiya borî serdana Moskowê kiriye.

Şanda YPGê sê mijar li gel berpirsên Rûsya gotûbêj kirine, ew mijar jî pêşeroja bajê Dêrezor a li rojhilatê Rûsya, dorpêçên Tirkiyê yên li ser Efrînê û pêşeroja siyasî ya Sûriyê ne.

Li gor daxuyaniya ew çavkaniyên ku ji rojnameyê re axaftine, berpirsê Rûsî behs kirine ku Sûriye di pêşerojê de dê bibe dewletek federal wek Rûsya û hikûmeta Rûsya jî hewl dide, hebûn û mana YPGê bike karteke givaşê bo razîkirina Şamê ya bi federasyona Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1984 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:28:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x