Rûsya: Em ditirsin Amerîka li bakûrê Sûriyê herêmeka xweser ava bike!

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, ew ditirsin Amerîka li Rojavayê Kurdistanê “herêmeka xweser” ava bike.

11.10.2018, Per - 08:48

Rûsya: Em ditirsin Amerîka li bakûrê Sûriyê herêmeka xweser ava bike!
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova duh di civîneke rojnamevaniyê de diyar kir, ku rewşa rojhilatê Çemê Firatê, cihê dilgiraniya Mosko ye û bi gotina wê; Amerîka li gel hevalbendên xwe yên Kurd, dixwaze li bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) rêveberiyeka xweser û taybet pêk bîne.

Zakharova tekez kir ku ew rêveberiya ku Amerîka dixwaze li bakûrê Sûriyê pêk bîne, ne li gorî Qanûna Esasî ya Sûriyê ye û dibe ku bibe sebeba encamên xirab.

Pisporên siyasî dibêjin, Rûsya bi vê yekê dixwaze Tirkiyê li hember kurdan û Amerîka gij bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 989 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:30:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x