Rêveberiya Rojava li gel Sûriye û Rûsyayê statûya Kurdistanê gotûbêj dike

Şanderê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqiyayê û cîgirê wezîrê derve yê wî welatî Mîxayîl Bogdanov, ji roja şemiyê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û li gel berpirsên TEV-DEMê û federalîzma bakurê Sûriyeyê civiyaye.

19.10.2017, Per - 10:43

Rêveberiya Rojava li gel Sûriye û Rûsyayê statûya Kurdistanê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir, ku Bogdanov li gel rayedarên Rojavayê Kurdistanê daxwazên Kurdan û gelên bakurê Sûriyê li ser siberoja wan gotûbêj dike.

Çavkaniya taybet a Rûdawê da zanîn, ku Şanderê Taybet ê Serokê Rûsyayê dê daxwazên Kurdan li gel hikûmeta Sûriyeyê re gotûbêj bike da ku li ser rojeva kongreya Himêmîmê rêkeftin bê pêkanîn.

Aliyê Kurdî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê gihandiye, ku daxwaza wan sepandina sîstema federal e.

Çavkaniyê ji Rûdawê re aşkere kir, ku biryar e kongreya Himêmîmê roja 10ê Mijdara 2017an bi beşdariya nêzî hezar û 200 endaman bê lidarxistin.

Heman çavkaniyê da zanîn, ku wê nêzî 100 kesan nûnertiya tevahiya herêmên Federalîzma Demokratîk a bakurê Sûriyê di kongireya Himêmîmê de bikin.

Çavkaniyê her weha da zanîn ku roja 17ê Cotmehê, şandeke YPGê li gel hikûmeta Sûriyeyê civiyaye û li gor rojeveke amadekirî li ser sê xalan gotûbêj kirine.

Siberoj, çarenivîs û rola hêzên YPGê di nava Sûryeya paş rêkeftinê de. Statoya Kurdan di nava Sûriyeyê de û sîstema siyasî ya nû.

Çarenivîsa hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê, ku niha bêhtirî 10 binkeyên wan hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:31:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x