Rêveberiya Xweser ji bo dariştina yasayan komîteyek ava kir

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ji kantonan re ji bo dariştina yasayan komîteyeke bi navê “Desteya Karûbarên Civakî û Kar” damezirand.

21.02.2024, Çar - 06:52

Rêveberiya Xweser ji bo dariştina yasayan komîteyek ava kir
Nuçe Belav bike

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xeweser Meryem Îbrahîm behsa wê yekê dike.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xeweser Meryem Îbrahîmê got:

“Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xewesr li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca damezrandina komîteyeke amadekar ji bo dariştina yasayekê ji encûmena ku wê bi rêya vê komîteyê bê damezarandin civîna xwe ya yekem li dar xist.

Endamên hemû deste û saziyan derbarê damezrandina çawaniya vê komîteyê li hev kir.”

Piştî pesendkirina Peymana Civakî ji aliyê Encûmena Gelan a ser bi Rêveberiya Xweser di dawiya 2023yan de, hemû deste, encûmen û sazî li her heft kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîbicîkirina madeyên vê peymanê civîn pêk tînin.

“Ji bo hilbijartina hevserokatiyeke hevbeş dê saziyan kom bikin”

Meryem Îbrahîmê wiha pê de çû:

“Di vê derbarê de me xala herî girîng gotûbêj kir, dê çawa sazî û yekîtiyên ku derbasî Desteya Karûbarên Civakî û Kar bûne li gorî Peymana Civakî wan berhev bikin.

Me di civîna xwe de biryar da komîteya amadekar ji hevserokatiyên navçeyan û Desteya Serokatiyê ya Karûbarên Civakî û Kedkaran pêk bînin.

Di civînên bê de dê yasayekê deynin û piştre bi armanca hevserokatiyeke hevbeş ji bo Encûmena Karûbarên Civakî û Kar hilbijêrin dê saziyan kom bikin.”

Di vê çarçoveyê de jî, Hevserokê Encûmena Gelan a Demokratîk ser bi Rêveberiya Xweser Ferîd Ittê ragihand, ku niha ew kar dikin bo darijtina yasaayekê jib o karê Komisyona hilbijartinan û damezrandina dadgeha parastina Peymana Civakî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:25:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x