Serêkanîye: Cendirmeyên Tirkiyeyê şkence li 4 ciwanên Kurd kir: 2 ciwan wenda ne

Cendirmeyên Tirkiyeyê 4 ciwanên Kurd li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de girtin, bi tundî şkence li wan kir.

29.09.2023, Cum - 06:29

Serêkanîye: Cendirmeyên Tirkiyeyê şkence li 4 ciwanên Kurd kir: 2 ciwan wenda ne
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rudaw'ê de cih girtîye, ji wan 4 ciwanan 2 ji wan hatine vegerandin û çarenivîsa 2 ciwanan jî nediyar e.

Çavkaniyekî taybet ji Qamişloyê ragihand ku cendirmeyên Tirkiyeyê Elî Hisên Cindo yê 14 salî, Ezîz Hemo Naso yê 33 salî, Mihemed Îbrahîm Herdan û Mesûd Hemo Naso li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê de girtin û bi tundî li wan xistin.

Cendirmeyên Tirkiyeyê Elî Hisên Cindo û Ezîz Hemo Naso avêtin Dirbêsiyê û her du ciwanên din jî wenda ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Ew her du ciwanên vegeriyayî li nexweşxaneyeke Qamişloyê ne û tên dermankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x